gotina Hemîdê Derwêş di rêwresma veşartina xebatkar Reşîdê Hemo de

  Di 19.12.2010 an de cendekê pîlanzanê Kurd yê bi nav û deng  di rê û resmeke de li gundê Hopka yê girêdayî herêma Efrînê ye gihişte ciûwarê xwe yê dawî, û mamoste Hemîdê Dewêş ku ji Şamê gihiştibû, bi şandeke mezin re ji endamên nivîsgeha rêzanî û ji hevalên endam yên rêxistina partî ji Efrîn û Heleb û Kobanê û Cizîrê û Şamê bi rahiştina gurzên gulan beşdar bûn, herweha di vê rê û resmê de cemawerekî mezin beşdarbûn û ji nav wan hejmarek ji hevalên kevin yên ku di damezirandina partî de sala 1957 an de beşdabûn.
Û piştî rê û resma binaxkirinê bi dawî bû konek nêzîkî gorê hate danîn, û di helkeftina vê şînê de pir gotin hetin dan, û di pêşî de pêşkêşker mamoste Hemîdê Derwêş vexwend bo gotina xwe bide, ji ber ku ew hevalê yê koçkirî ye û ew stûna tevgera niştimanî û netewa kurdî di Sûriyeyê de ye.
Mamoste Hemîdê Derwêş gotinek da û têde dilxemigîniya xwe ya kûr li ser koça dawî ya mamoste Reşîdê Hemo yê ku yek ji damezerê partiya me bû û pîlanzanekî payebilind bû, û mamoste Hemîdê Derwêş di axaftina xwe de got ku yê koçkirî  rêbazeke wî ya niştimanî ya eşkere û dûrî qafîbêjiyê bû, û di raman û helwestên xwe de di ortê de bû, û ew hevparê me bû di danîna rêzanî ya niştimanî de ji partiyê re.
Mamoste Hemîd dewam kir û got ku Reşîdê Hemo xebata rêzanî bi dehên salan di rewşên pir aloz û dijwar de dikir, têde belengazî û bêparî û kêmbûna derfetan lê ew li ber wan rewşan ji doza xwe bi paşde neçû, û wan dijwariyan nikarîbûn wî ji hêza wî bixin.
Herwekî mamoste Hemîd li ser hin bîranînên xwe û yê koçkirî axivî û got: Di destpêka damezirandinê de ez û Osmanê Sebrî û yê koçkirî Reşîdê Hemo li Şamê me civatek li darxist, di wir de lihevhatinek li ser tevlêbûna hevalên li Helebê hate kirin, û piştî wê me di roja 14.06.1964 civatek di mala şewket Henan de li taxa Elklasê li Helebê li dar xist, wê hingê damezirandina partiya yekem ya rêzanî ya Kurd li Sûriyeyê hate ragihandin.
19.12.2010        Gundê Hopka

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…