Behînameya Sersaxiyê
Rêzdar: Hemîd Hac Derwîş.
Serpereşt, endam û hevalbendên Partiya Demoqrata Pêşverû yên rêzdar.
Malbata nemir Temir Mistefa.
Nûçeya koçbarkirina têkoşerê mezin Temir Mistefa, em xemgîn û dilzar kirin, ew xebatkarê hêja valahiyeke mezin li dû xwe hîşt, welatperwerkî bilind di van rojên dijwar de me wenda kir, Xwedayê mehrîban wî bi dilovanî û aramiya xwe şa bike û ciyê wî bihuşta rengîn û sermedî be. Careke din serê heval, hogir û malbata wî sax be.
Welîd Mûsa (Bavê Aras)
———
Hêjayan, Serokatî û endamên partiya pêşverû
Malbata gorbihişt,têkoşer Temir Mistefa ( Bavê Salar )
Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçbarkirina hêja Temir, endamê bîroya siyasî ya partiyawe PPDKS, bê guman koça wî ziyaneke bo tevgera kurdî, herweha bo gelê kurd bi tevayî.
bi vê helkeftinê em sersaxî ji malbat..partiya gorbihişt re dixwazin, herweha em ji xweda lava dikin ku wî bi dilovaniya xwe şa bike.
Partiya Demoqrata Kurdiya Sûrî (P.D.K.S)
(Rêxistina Elmanya)
———-
Endamên komîta Navbendî yên têkoşer !
Min bi xemgînî nûçeya koçbarkirina têkoşerê mezin Temir Mistefa bihîst , windabûna wî li nik her welatperwerkî cihê êşê û dilzariyê ye ,bila serê we û serên hemû kurdperweran û malbeta wî sax bin .
Dr. Ebdilmecît Şêxo
———-
Serkirdayeta PDPKs
Malbata Xwedê jê razî Temirê Mistê
Kofletê Xwedê jê razî
Ez Serî saxîyê ji Partîya Demoqrat a pêşverû a kurd li Sûrîyê Serkirdayet û Endam û Malbat û Kofletê xwedê jê razî Temirê Mistê endamê polît Bîroyê û miletê Kurd bi koçbûna dawî a xwedê jê razî , û ji xweda bi hêvîne ku wî bi Buhuşta xwe şakê û dawîya Şînîyê be .
إنالله وإنا إليه راجعون
———-
Mamuste Hemîd Hecî Derwêş
Endamên partiya dimoqratî pêşverû
Malbata rehmetî Temir Mustefa
Konê Reş
Qamişlo
————
Rêxistina Elmanya ya Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Mamoste Hemîd Derwêş,
endam û hevalên PDPK.S,
bi xemgîniyeke pir kûr me nûçeya koça dawî ya xebatkar û rêzanvanê bê hempa endamê nivîsgeha rêzanvanî ya partiya me mamoste Temir Mistefa bihîst, di vê dema ku gelê me pêdivîya wî bi kar û çalakiyên vî mêrxasî hebû, destê qederê ew zû ji nav me bir, lê kar û xebata wî ya bi dehên salan di ber pirs û mafên dimoqratî de li Sûriyê û bi taybet yên miletê Kurd, paşdemayiyeke pir bi nirx ji me re hiştiye, û mirovên wek xwedê jê xweş bavê Salar wê timî di nav miletê xwe de nemir bimîne.
Bela serê malbat û miletê me û hemû hevalên partiya dimoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê sax bin, û xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.
Rêxistina Elmanya ya Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Elmaya
16.01.2010
Mamoste Hemîd Derwêş,
heval û endamên PDPK.S,
malbata Temir Mistefa,
vê nûçeya nexêrê ya koça dawî ya xebatkar û tekoşerê hemû demê endamê nivîsgeha rêzanvanî ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê mamoste Temir Mistefa îroj em pir xemgîn kir.
Helbet em ê kar û çalakî û berdestiya ku bavê Salar ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd kiriye, tucaran ji bîr nekin, ji ber wê keda wî jî wê ew tim û tim di nav dilê gelê xwe de nemir bimîne.
Bela serê malbat û hevalên partiya dimqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê saxbin û cihê Xwedê jê xweş li bihişta nemiran be.
Bawerê Omerî
16.01.2010
————-
NÛSÎNGEHA SILÊMANIYÊ YA (PDPKS)
WÊ EZA HEVAL TEMIR MISTEFA VEKE
Nûsîgeha Silêmaniyê ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya, wê Eza Hevalê xebatker Temir Mistefa (Endamê Mekteba Siyasî), li darbixe , ku katjimêr 3 piştî nîvro , Roja Şemiyê (16.1.2010), li Bajarê Şamê Dilê wî yê Mezin sekinî ..
Di vê derbarê de wê Nûsîgeha Silêmaniyê ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya , sersaxiyê qebûl bike bi amadebûn Mêvanan li baregeha xwe li bajarê Silêmaniyê , yan jî bi riya vê Êmêlê : solin1958@hotmail.com
Emrê dirêj bo we tevan
17.1.2010
Nûsîgeha Silêmaniyê ya
Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya