Destyê bêrê tenê şikest (pêkenok)

Dilovan çeto

Did ola islamê de çi kesê maldar be ji mêr û jina yan jî mal û mewdanê wî zêdetirî  cil û berg û xwarina malbatê be dibe ku ferza hecê bike.lêbelê did dem û dewranê berê de berî  balefir û erebe û tirên û gemî  derkevin ,mirovên ku di çûne hecê peyatî diçûn yanjî li devehan û qantir û hespan siwardibûn û diçûne se,ûdiya erebistan û ferza hecê dikirin,paşê vedigeran malê xwe.lê mîna ku her kes dizanê riya hecê pir dûr û dirêj bû,jiber vê yekê karwanekî mezin kar dibû û mirovekî ku rê nasdikir dibû rêberê kerwên.lê pirê cara gelek kes birêde dimirin,gelek cara jiber av ji wan qut dibû yanjî bayê xurt did rabû û hi dimirin ji toz û dûmanê,hinek li hatinê dimirin û hinek li hecê bixwe dimirin.
Jiber vî hawî mirovê ku diçû hecê xatir ji malbata xwe û ji dost û heval û xwedyê xwe dixwest,gelekan wesîtiyê xwe dikirin û dida pêşya xwe ku ew ji hecê venegerê.

Remezan mirovekî gundî bû,xwedê mal û mewdan dabûyê û camêr kesekî  xweda nas bû û guh dida ola xwe.di dema çûna hecê de bankire lawê xweyî mezin û got :  kurê min vaye ez liser riya hecê me eger xwedê bê erê û ez tu şîreta lite nakim ji bilî tu guhê xwe bidê malê û xuşk  û bira û dayika te ,xwedê mezine di  peyre tuyî ,dibe ku çavê te li tevan bê û bi dayika xwe bi şêwire û li xuşk û birayê xwe miqate be.

Karwanê hecaciya amadebûn û li bênderê gund qîr û qiyamete,hin digirîn û hin xatira dixwazin û hin qantir û hespan bar dikin ,dawî karwan birê ket û berê xwe dane riya hecê.

Demeke dirêj derbas bû qederê dimeh û nîv ta sê mehan,jiber çûn û hatina rê gelekî dirêje tevlû mana rojên ku li hecê qedan din,hecacî vegerane male xwe û karwanê hecaciya berê xwe dane hemû welatên dunyayê ,û mina her kesî  hecî remezan jî  heca xwe kir û cihê xwe dinava karwane girt û berê xwe da malê.

Berî karwan bigihêjê bênderê gund şivan û gavana mizgînî dane gundiya û gotin hecacî hatin.

Gundî ji mêr û jina ,ji zarok  û xortan berê xwe dane riya ku hecacî jiwêve tên û çûne pêşiya wan,herweha malbata hecî remezan jî çûne pêşiya wî,her hecîyek hate rahiştin liser Milan û bivî hawî berê xwe dane gund,bi rêde hecî remezan ji Kurê xwe pirsî kurê min xwedê bikê win tevde başbin û ti buyerê nexweş bi were ne qewimîbin.

Lawê hecî got na bavo em başin lê belê destyê bêra me tenê şikestî,hecî got elhemdû lillah.

Qederekî meşîn hecî remezan got kurê min te negot çima destyê bêra we şikestî?

Kurê hecî got dema agir bi çêleka me ket ,hema min rahişte bêrê û min xwest axê bi agir dabikim  lê belê destyê bêrê şikestî berî ku agir vemrê.hecî bilez pirsî agir çawa bi çêlekê ket?!

Lawik got ti zanê ku em çêlekê dibine çolê jibo biçêrê,lê birayê min çû çêlek dinav dexla mede (zad) girêda û dema agir bi dexlê ket û şewitî ,çêlekjî  dinavde girêdayî bû û ewjî şewitî.

Hecî bi heyecan got kê agir berda dexlê?

Lawik got bavo ew bênamûsê birayê minî biçûk çixara we piştî vexwar avête nava dexlê û jibo wilo agir bi dexlê ket.

Hecî xwêdanê wî girtiye û destê wî di lerizin ,got kuro birayê te kengî çixare vexwarine?!!

Lawik bi formeke sar got ha ho di mirina dayika mede  me hemiwa dest bi vexwarina çixarê kir

   Dilovanceto@hotmail.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…