Şevên Helbestê (3) Helbesta kurdî berê wê li ku ye

  Mehmûd Badilî

weku me di şevên bûrî de, da xuya kirin, ku şevên helbestê, dê her carê bi awayekî, xwe bi de pêş, weku xweşikbûn û qeşengî ya helbestî, rewanê huneriyê ye bi tevayî, û bi rengekî taybet rewanê helbestê ye ji her aliyî de, wisa lêpirsîna helbestê û nirxandina wê ku yek ji armancên şevên helbestê ne, ku di rêya wê re, em li asta helbesta xwe bi pirsin, gelo helbesta kurdî berê wê li ku ye..?
bê guman ev pirseke berfirehe, lê me da xuya kirin, da ku em asta helbesta xwe nas bikin, divê ku em ji xwe despê bikin, û bi taybet helbesta kurdî li bajarê hesekê, tev ku em nikarin wê bikin nimûneyeke giştî û em li ser asta wê bi tenê nerînekê ava bikin derbarî helbesta kurdî çi li deverên kurdî li sûriyê, û çi li kurdistanê bi tevayî. lê em dikarin bibêjin ku helbesta kurdî çi kevneşop, çi nûjen ya ku îro li bajarê Hesekê tê nivîsên, ew jî nimûneyeke ku bê xwendin û nirxandin mirov dikare bi gelek nerînan derbarê wê derkeve.
di şeva helbestî ya sisyan de, çend pirsên taybet hatin raxistin, yek jê gelo helbesta kurdî li bajarê Hesekê ber bi ku ve diçe..? gelo helbesta kurdî ji wê çarçewa xwe ya teng derketiye û xwe gihandiye asta helbestên welatên dîtir; Erebî, Tirkî, biyanî…t.d?. heger ev pirsên ha, di şevên helbestê de taybet bi helbesta kurdî li bajarê Hesekê hatin li dar xistin, lê mirov dikare va pirsan û hinekî dîtir derbarî helbesta kurdî bi giştî raxîne, bi hêviya ku guhdan bi xwendin û nirxandina helbesta kurdî çê bibe.
di vê şeva me de, çend helbestên Xalid Omer, bûn nimûne digel helbesta kurdî ya kevneşop li bajrê Hesekê.
Xalid Omer yek ji wan helbestvanên wendayî ye, ango di meydana helbestê de, yek ji wan kesên bê nav û denge, lê ta ser û pê di helbestê de wendayî ye, jiyana wî tev helbeste, bi rewanê xweyî naz û çeleng helbesta xwe dilorîne, bi hestê xweyî tenik wê şîr dide, dûvre wek kevokekê ji nav mêlakê xwe wê berdide, lê mixabin ev kevok, ev helbest, hîna li asîmanê Hesekê bi tenê difire!?
taku debarî helbesta Xalid Omer, dûrî pesindariyê herim, va çend nimûneyan ji helbestên wî, ez li ber destê rexnevan û xwêneran datînim.

                  Sirûda tîpan

Pif dikim tîpan sirûda çê dikim ej”””” ””””edemê
ayîna rojê dirêsim ji ximava qelemê
bi sura ba re diçim nav henasê ””””alemê
gunehê min ew Mesîhê di himêza Meryemê
meyweyên şor bi sirûdan diweşînim ji lemê
agirê dil vêdixînim bi çirîska seqemê
qedeha bêrya mi dadigre Xelîc û Qelzemê
şeh dikim ez bi evînê incika vê serdemê
sore bayê hêviyên min dihejîne sitemê

                           ***
                  Sitêrka na jimêrim

Li ser çengê şevan dê ez dixwazim hilkişim ezman
sitêrka na jimêrim ez
dixwazim serbilind bighême cem yezdan
sitêrka na jimêrim ez
ji bona birçiyê jînê du çavê min kulorê nan
sitêrka na jimêrim ez
şevên min neynikê zîvin bi asoya ve man û man
sitêrka na jimêrim ez
heta ku sitêrk hemî vemrin li ber roka te Kurdistan
sitêrka na jimêrim ez

                          ***
                 Lêvên xwe limike

Çi mi sare herdu lêvên xweyî agir limike
çi mi germe min di çavên xwe de werd û şil bike
navbera xewn û şiyariyê dil çi bêriya te dike
tu siwarê her şevê ye tê dilê min şeh dike
tu sura bayê sibê ye pencera min vedike
ku li ber bayê te jînam wek perîka sivike
xunçeya baxê evînî ger tu sed salî bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…