Xezwa we pîroz be!

Arjen Arî

Beriya hilbijartinan jî, kurdan ji devekî fermî daxuyandin, ku mebesta wan ji çareseriyé, béyî ku ‘bihingivin’ sersedén welatén ku Kurd û Kurdistan di nava xwe de kirine ker ker; ‘pirsgiréké’ bi riyén aştiyane û rébazén demoratîk, di nava sînorén welatén ku Kurd di navé de dijîn, çareser bikin.
Ev daxuyandin, bi qasî ku li bakûr ji héla berdevké Kongereya Civata Demekratîk ve hate eşkere kirin; ya ku divé jé were derxistin ( helbet şîroveya min e)  ev e: Li tevî Kurdén ku li héla Tirkan dijîn; Kurdén Îrané jî  yén İraqé jî  ‘qedera perçebûné’ eré û pesend dikin, û pé re rûdinin ku li tevî Tirkiyeyé ji welatén ‘sînordaş’ ‘sînoran’ nexwazin!
Nexwestina ‘sînoran’, ma ne té wateya ‘ me welatekî serbixwe navé?!

Kî nexwaze jî, di dilé her kurdekî/é de ‘eşqa’ welatekî heye!

Lé vé ‘eşqé’ gelek ‘maşûq’ xistin biné axa sar, û hima béje kesek pé şa nebû!

Ji ber ku ‘péşanebûn’ zédetir nebin; ji héleké ve pédivî pé heye ku ‘xewndarén xewna gewre’ xewna xwe bibînin; lé divé rastiya çareseriya siyasî jî ji héla rastiya civakî, abûrî û rékxistinî ve bibînin, binirxînin.

Jixwe; heke em li daxwaz û çareseriya siyasî a derbaré ‘çareseriyé’ de li bername û réziknameyén tevgerén siyasî  én Kurdistanî meyzénin; em é bibînin ku ji bilî tevgerén siyasî én Bakûrî, bizavén kurd én sereke én li Îran û İraqé, ti rojan doza welatekî serbixwe nekirine.

Sedema sereke ya vé ‘nexwestiné’; li Îrané heyîna Kurdistaneke di nava sînorén Îrané de be,  li İraqé jî di gel qir û qelan û erebkirin û koçberkirina Kurdan; zalimekî wekî Sedam, ne heyîna Kurdan da mandelé, ne jî qedexe danî ser peyva Kurdistan!

Zalimekî wekî Sedam  di biwaré pirsa Kurd û navé Kurdistané de ji biréz Erdogan wérektir tevdigeriya û ji bilî tégeha ‘ exwan el Ekrad’*, ji héremé Kurdan re digot ‘mintiqe el Kurdistan’*!

‘Exwantiya’ me û Tirkan ji ya me Sedam pirr î pirr kevntir û dîrokîtir be jî; li Bakûr, yanî li Tirkiyeyé ji bilî çend reşenbîr û nivîskarén Tirk, heta van demén néz jî  zatekî siyasî peyva ‘Kurdistan’ nelévand,  nexist ferhenga siyasî.

Ferheng, ji ber péşdeçûna ziman û çékirina peyvén nû, her sal nebe jî, her ji du sé salan careké téne nû kirin û peyvén nû  li wan téne zédekirin û téne çapkirin.

Di serdema nû de héviya min ew e, ku – bi qasî ku çend cenab ne kurd in û ne ji Kurdistanî ne- tégeha Parlementerén Kurd veguhere tégeha Parlamenterén Kurdîstané, ez ji can û dil payeya parlamenteriyé li  hemû ciwanmér û ciwanikén ku hatin hilbijartin, û li gelé kurd, gelé ku ew bi dengé hilbijartin, pîroz dikim…

Xezwa we pîroz be!

16/06/2011/Arjen Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…