sersaxî

Konê Reş; Sersaxiyên Xwe Ji Komîta Koçkirina Şêx Izeddînê Huseynî Re Pêşkêş dike

Komîta rêvebirna rêwresma rêzgirtinê li şêx Izeddînê Huseynî
Rêzdaran; Cemaledîn, Şêrîn û Seyran Huseynî, Foad Aram, Reza Mistefa-Sultanî û Ehmed Eskenderî!
Silav û rêz

   Bi dilekî şikestî me nûçeya koçkirina dawî a Xwedêjêrazî mamoste û welatparêzê Kurd şêx Izeddînê Huseynî bihîst.. Rehmeta Xwedê lê be, cihê wî bihişta rengîn be.. Wek ku em tev dizanin ku mirin heqe û em ê tev bimirin, lê xweziya min bi dilê wî kesê ku di jiyana xwe de, kevirek ji bo xweşiya welat û welatiyên bilind kiribe..

   Şêx Izeddînê Huseynî, bi dirêjahiya 70 salî ji bo xweşî û geşiya welat û welatiyên xwe xebitiye, temenê xwe diyarî serxwebûna welatê xwe kiribû.. Bûguman wê navê wî jî, bi navê navdarên Kurdan di asmanê Kurdistanê de bilind be..
Yezdanê gewre wi bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihişta rengîn be.
Serê malbata wî sax be, serê gelê Kurd sax be.
Not: Şêx Izeddînê Huseynî; di sala 1922 an de li Kurdistana Rojhilat çêbûye, di roja 11.02.2011 an de li Swêd, bajarê Opsala koça dawî kiriye, gereke îro 13.02.2011 li Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê bê veşartin.

Konê Reş

Qamişlo, 13.02.2011

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…