Konferensa bijîkên kurd

Li roja roxandina rêjîma Sedam Husên de, li 9.04.2011, bijîjk ên kurd li Elmaniya konferensa xwe ya 31an li bajarê Hannoverê li dar xistin.

LI vê Konferensê hijmareke mezin, ji bizîşk ên kurd ji deverên cuda ji Elmaniya hatibûn. Bizîşk ên kurd ji derveyî elmaniya jî, ji welatên Europa, mîna Swêd, Ingiltera û ji bakûrê Kurdistanê Dr. Şemesdîn Koç, serokê hicra bijîjkan li Amedê û rêveberê tendurustiyê yê parêzgeha Duhokê Dr. Abdelah Se,îd jî amade bûn.
Ji bilî wan, rêvebira hicra bizîşkên iyaleta Nîedersachsen û seroka şaredariya bajarê Hannover xanim Ingrid Lange jî beşdariyî vekirina konferensê bû û peyva bixêrhatinê ya bajarê Hannover pêşkêşî beşdaran kir û hêviya serketinê bo konferensî xwest û soz da,piştî wêneyên ciwan yên suruşta Kurdistanê dîtî, ku ew seredana Kurdistanê biket. Her wisa jî, behsê girêdanekê di navbera bajarê Hannover, Amedê kir û amanc bi hindê kir, ku Duhokê jî di gel Hannover çend hingav avêtine.

Li vekirina konferensê, ku li bajarê Hannover, li xwaringeha perlemana Niedersachsen, li dar ket, Prof. Dr. H. Bektaş roja Konferensê bixarhatina hemî mêvanan kir. Di pey re Dr. R. Fakî, serokê komela bijîjkên kurd li Elmaniya axaftina vekirina Konferens da.
Dr. Abdullah Said, rêvebirê tendurustiya parêzgeha Duhokê axaftinek kir û di axaftina xwe de, spasiya komela bizîşk ên kurd li Elmaniya bo vê vexwendinê kir û hêvî kir, ku têkilî di nav bizîşk ên kurd li her cihekî lê bin, bi hêz bibe. Dr. Said amac bi wê hindê kir, ku dê rojên tendurustiya Mezopotamiya yê 3 li bajarê Duhokê pêk bêt û spasiya parêzgerê Duhokê rêzdar Temer Remazan kir, ku ew her dem yê piştevan e, bo kar, çalakî û bizavên wisa. Her wisa jî di axaftina xwe ya diwê de, li ser amadeyiyên parêzgeha Duhokê bo li darxistina rojên tendurustiya Mezopotamiya kir, ku dê 28,29.10.2011 pêk bên.
Seroka hicra bizîşkan ya Hannoverê amadebûna xwe dan, ku ew bo her têkiliyekê amade ne.
Nûner ên komeleyên bizîşkan, Wan, Swêd û Ingiltera jî axaftin di derbarê komele û karên xwe pêşkêş kirin.

Tişta balkêş di vî konferensê bizîşkan de, ku babetên zanistî yên tendurustiyê ji hêla bizîşk ên kurd yên pisporên cuda û li ser gelek waran hatine pêşkêşkirin.
 Konferens wê komîteya xwe ya nû hilbijêre.
Di vî konferensî de, gelek xwendekarên kurd yên temenbiçûk amadebûn û wan jî amadeya xwe diyarkirin, ku piştî xwendbidawîanînê xizmet milet û welatê xwe bikin. Di vê konferensê de, hate pêşniyarkirin, ku organek bizîşkan ya giştî li Europa bête damezirandin û hemî rêxistinên bizîşk ên kurd di bin sîwana vê saziyê de, kar û xebata xwe bikin, têkiliyên xwe û serpêhatiyên xwe yê zanistî bi hev biguherin.

       Hannover/ 9.04.2011

            Tengezarê Marînî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…