Çîrok

Sê birûskên çêrokî

  Ebdilmecît Şêxo

     (1)

Gundekî di nav herdu pêsîrên lêlûna dêrînî de, xwe li ser enîşkeke zamdar palveda bû, ewî mîna dapîreke qisawetxwar stêrkên ezmên yên wek zerdelên Basotê ji neviyên xwe re dijmartin û bi dengekî nermîn û hêminî ewanan dikirin xewa ne xew . Lê nobetdarekî mîna qantirê Aleman bi pekandina kevirên bin lingên xwe ,serê xewa ne xew jî şikaaaand.
     (2)
Di şikefta Duderiya min de , zarokek  40 hezar sal nobetdar bû, gava pêriyên bajarê min rasterast ji wî pirsîn;  ma tu,  me jî nasdikî ? Hestiyên nobetdar lerizîn, keniyan, dagrîn û gotin : Çiqas Mîtaniyên we sersiyên xwe li min dikirin û ji min hezdikirin  ! Lê hûn dikanin ji min re  bêjin ; rewşa Nefertîtî çawa ye ?

   (3)
Du şivan simêlbadayî , pezên xwe li ser sîngê çiyayê Lêlunê de  diçêrandin, taveke baranê bi zerp lêkir , şivanan pezên xwe bi lez ajotin  nava şikefteke nîzîk,  şivanekî di wir de pirtûkek çiriyayî , rizyayî  ya Cegerxwîn (Kî me ez) dît. Şivanekî ji yê din pirsî ;  çiye ev ? Ewî gote hevalê xwe , pir mixabin ,ez jî mîna pir siyasetmedarên me hîn bi kurdî nizanim bixûnim, lê va ye ez wêneya Cegerxwîn li ser pirtûkê dibînim û herweha jî pir baş tête bîra min , ku beriya 40 salî ,şagirtên dibistana Efrînê cejna Newrozê di vê şikeftê de bi nehînî pîroz dikirin û dilên hevdu bi hêviyên cejnên meziiiin geşşş dikirin .   

  Efrîn. 21.03.2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…