Ji dost, heval, meriv, û cîranên ku sersaxî ji me re şandin û xwestin, di koÇkirina bavê min de, spasiyek ji dil û can bo we hemûyan, bi hêviya ku em we di rojên şîn û xemgîn de nebînin. Hemû rojên we bibin jiyan û ronahî.
JI Bavê min re:
Bavê min, dilê min
dunya bê deng e
jiyan sekiniye
hêsir zuwa bûne
Xelat wêran bûye
ewrên Xelatê berfa sor barandin
gola Wanê xemgîn e
stranên te sêwî mane
dil qebûl nake
qelem naxwaze binivîsîne
ez nikarim bêjim
ku dengê te ji dunyayê qutbûye.
ez Çi bêjim ku mirina mal xerab bixeyidînim
ku li bahara me şîn reşand
ku pelê dara me weşand
ku dilê me bê dawî êşand
xwezî min jî kariba mirin bi êşanda
wek ku ewê min êşandiye
mala mirinê xerabe
li ber bayê sayi rabe
tenê dikarim bêjim ax û hezar car ax
Narîn

Şîrove (0)