Durûtî û helwestin neyînî

Melevan Resûl
 

Gerdûn bi saya serê bîrûboçûnên cihê bi pêş ketiye û gihaştiye vê qûnaxa serdemî , rê li pêşiya hemû tiştî dibe ku were girtin yan astengî jêre çêbibin , lê tucarî nabe ku rê li pêşiya raman û bîreweriyên azad were  girtin , pêtiviye her mirovek cih di nava civak , derbirînên kesane , û guherînên bi bandor di jiyana mirovan de bi çalak be , ji lew civak bi giştî dibe xwedanê avedankirinê û yan rûxandinê , berpirsiyriya her endamekî di dewrana hêza veguherînê de heye , dawî mebest wê avakirin û damezrandina ramnanên berhemdêrli dij ralîteya kêsbazî û revokên durû  saz bibe û li pêş keve .
Çima min ev babet ji xwere kire mijara gotinê ?
Bi rastî hêvî û omîdên gelerî û netewî hem di asta kesayetî de û hem jî di hizrên komikî de , temam bi bawerîn e ku kesayeta ronakbîr û rêçenasên barhilgirê kêşeya netewî di navkirina sertûka civaka kurdî de ye , ew jî rewşenbîr û xwedan hestên netewî ne , omîdên geşbîniyê bi rola wan heye ku bibin melevanên qeyika li ber pêlên har ketî , bighînin bejaya aramî û hêminahiyê .  
Lê ya seyr ewe dema ew mirovên xwe di bin siha navê rewşenbîriyê de diveşêrin û zimanek li gorî xwe peyda kirine ku dûrî hêvî û armanca ye , nemaze reşnivîsên di bin sêwana ramanê azad de reşepîtan bi erzanî dirijînin , hîç giyanê berpirsiyariyê li nik wan peyda nabe , min berê got ku mirov dive di civaka xwede çalak be , gelo ma çalakî di derbirînên girêdayî sûde û berjewendên kesane de ne yan çalakbûn di xwesûtana ji bo encamkirina doza netewî de ?.
Tevî rêzgirtina min ji nivîskarên xwedan helwest re heye , mebesta min ti carî ne ewin , lê em hemî li xêzikên dijberiya bivaza netewî li ber çavên beloq dibînin ka çima durûtî û giyanê kêsbaziyê heta vê radeya bivek têgihiştiye û berî li xemsariyê ye û heta radeya dijminahiya çirîska ronahiyê ye ya ku niha heme heme wê dipijiqe , li xweşiya tu kesî naçe dema sernivîsek bi awayî dijminane bi xameya nivîskarekî were nivîsandin , helbete azadiya raman mafek gerdûnî ye û bi yasayan hatiye misogerkirin , lê gelo pêla fiştiqandin û binavêtîkirinê ma rewaye ? ji berê de gotinek me heye dibêje : ( nan bi xwê û xwê bi ma-ene ) ya dawî pêwiste em ji hev bipirsin : gelo ma giyanê kurdewariyê di reşkirinê de ye yan di rastgoya gotara kurdî de ye .
Hêviya min ewe ku her mirovek dema dest bavêje xameya xwe , pêşî kumê xwe ji xwere bike qazî û destê xwe li ser ojdana xwe dane ( heger ojdan hebe ) ji nû bila çavê xwe bigre û devê xwe berde , ez bextê wî dipejirînim heme çi ferman bike bê dudilî ez jî tevlî wî dibim .

3/9/2001

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….