Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara şeşane ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê şêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.
Bi navê komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve „ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Essen ê Elmanyayê, da ku roja yekşemê, 23. 10. 2011, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.
Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdar bibin, li ser vê E-mailê ( rojahelbestakurdi2011@hotmail.com) bigihêjin ber destên me.
Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Roj Elî bi dawî bibe.
Navnîşana cihê: “ Roja helbesta kurdî li derve “ ev e:
Komela Hêlîn. Werder Str. 13. 45138 Essen
Dem: Katjimêr: 13: 00
Ji bo têkiliyê: 0049/01637866977. 0049/160 92 44 44 29
Bi hatin û beşdarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxweş bibin.
Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve “.
Keça Kurd
Helîm Yûsiv
Elî Cefer

09. 09. 2011