Melevan ResûlDi nava çend mehên dawî de lezgîniya rûdanên rojane bi xwere gelek pirsên bê bersiv dihêle , her kesî pêwindîdar dike û pêdiviye helwest ron eşkera bin , nemaze em dikarin helwesta tevgera reşenbîrî , civakî , komelayetî û siyasî ya kurd ji xwere bikin mînak ka çawe tev digere û xwedanê çi helwestê ne beramberî cada Sûrî bi giştî û ya kurdî bi taybetî , ka dikarin bi çi şêweyî bersiva pingavan bidin û veguherînê bi xwere çêbikin , li ser hemû babetan û di hemî astan de , da bi rabûna pêlê re yan gur bibin û yan noq bibin ,
Ev sist û pistiya ji layê fermî ve û bersivdanên şermok tên wateya bêhelwestîyê di wê dema tê payin ku her hêz û rêxistin û heta her mirovek bibe xwedan ked û bibizavek layqî rewşê .
Metirsîna mezin ji bêzariya nediyar heye , ya heta niha nedîtî tê diyarkirin û yan car caran eşkere sinyalên bivekiyê dighinin , mîna gotina di cada kurdî de tê gotin ku hinek kes yan sazî bi rijêmê re li hev dibanin û çavan ji kiryarên kirêt re dikurkusînin , ev geraviya di asoyên nediyar de bi rengekî ji rengan dikeve bandora alîkariya rizgarkirina rijêmê ji teqna çiravê û bînvedanê dide wî , mîna dibêjin ev bînvedana şervana ye , her wisa jî desthilat hêza xwe li ser hev kom dike û kar û bara pingava tunekirina dengê azad ji hemû rexî ve bike .

Şîrove (0)