Dr. Ebdilmecît Şêxo
Wek me berê jî di gotarekê de nivisî bû ku kongira me ya niştimanî di (26-27) .10.2011 ê de biryarek payebilind dermafê gelê Kurd de li Sûriyê istandi bû; (Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re li Sûriyê di çarçewa welêt de heye ).

Bê guman kongire di vê baweriyê de jî ku mafê gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe li hersê beşên din jî rewa ye ; pêkanîna vê daxwaza me ya dadmend tucarî ne tersî yasa û belgeyên navnetewî ye.
Lê pir mixabin wek ji me hemuyan re pir zelal e ;yasayên navnetewî tenê di nav pelan de bê giyan man e,welatên Ewropî yên sermiyandar û welatên berê kumunîst jî li gor berjewendiyên xwe aborî ,siyasî bi dewlet û netewan re têkeldar bûn û hîn jî weha têkeldar in .
Beriya ku em ji xwe pirs kin , em çi bikin ???Divê em çend sedem û rastiyên siyasî li vir biçespînin.
1-Ta niha şepêlên siyasî , şovênî û regezperestî di nav gelê Ereb de li Sûriyê pir xurt in, bîrdozî û ramanên Mîşêl Efleq û Zekî Ersozî xwe hîn li serên wan pêçandine.2-RamangîrênEreb bi awakî giştî Ji bilî hin kesên nasdar mîna Hadî Elewî , Munzêr Elfedil, Ehmed Elmeter û hin din ) giringî nedane doza netewa Kurdî; ewanan herdem bi pirsa yekbûna netewa Erebî xerîk dibûn û ew hîn jî xwe pê diwestînin . 3- Ewanan dixwazin gelê Kurd, dîrok û çanda Kudî jibîr bikin û wan di xwe de bipişvînin. Ev hersê xalên jorîn kêmasiyên bîrewerên Ereban in , lê kêmasiyên rêberên tevgera me çi ne ? Bi ya min be; rêber û bîrewerên gelê me jî rolên erênî di têkeliyan de baş nelîstine , çîma ?1-Mîna ku tête zanîn tvgera me ya netewî bi awakî fermî di sala 1957 an de destpêkiriye ; d i sala 1965 an de dubendî di tevgera me de çê bû, di sala 1970î de kongira niştimanî ya yekê ji bo yekbûna herdu partiyan bi serpereştiya serokê nemir Mila Mistefa Berzanî li Nawpirdanê lidarket,lê mixabin paşê partiyên me bûn sisê û çar , deh , panzdeh, hevdeh û hîn pirtir ..lewra jî partiyên tevgera me herdem di nav xwe de xerîk bûn, her partiyekê ji wan partiyan berxwedaye ku hebûna xwe di nav camawer de biçespîne , lewra jî pêwendî û çalakiyên wan yên derve, ango bi gelê Ereb û partiyn Erebî re gelek qels bûn. Ewanan nikanî bûn dîrok û doza gelê me bi awakî zanistî ji hêzên siyasî yên Ereb re wek dihat xwestin ronahî bikirina .
Piştî ku( Ragihandina Şamê) bi endametiya pir partiyên Kurd , Ereb û hin kesayetiyên nasdar û serbixwe di 16.10.2005 an de li Şamê hate damezrandin,partiyên kurd di wir de berxwedidan dademendiya bizava kurd li Sûriyê biçespînin, lê mixabin Erebên (Ragîhandina Şamê) jî nikanî bûn hemû daxwaz û mafên gelê me yên rewa bipejrandana û (li gor komîta hevpeyvînan bi navê kongira niştimanî bi hin endamên (Ragîhanda Şamê) re ;ewanan ta roja îro jî li ser bîrûbaweriyên xwe yên berê dimînin.
Bi ser vê de jî rola partiyên kumunîst li Sûriyê li hember tevgera kurd li Sûriyê herdem neyênî bû, ewanan herdem li dijî ramanên netaweyetî yên gelê Kurd radiwestîn û ewanan hîn jî li ser rîça xwe ya kevneşopî diçin.
Ji ber van sedemên jorîn; tevgera me jar bû û ew ta niha nikane dademendiya armanca xwe di qada siyasî de dupat bike .
Lê niha divê em ji xwe pirs bikin , Em çi bikin ?
1-Ma gelo em li ser biryara kongira xwe bimînin û em bê sênor berevaniya mafê çarenûsî bikin? 2-Ma gelo em li xwe vegerin û li ser vê rawestin ( pêkanîna mafên rewşenbîrî , siyasî ji gelê Kurd re ).3-Yan eger partiyên Ereb çi ji mafên gelê me pejirandin , em ji wan re bêjin , erê !
Eger em li ser biryara kongira xwe bimînin , metirsî heye ku em Kurd li dervayî hevkêşeya siyasî li welêt bimînin!
Eger em guhertinan di biryara kongira xwe de bikin , yanê em li dijî vîna kongirê û gelê xwe diçin !
Gelo em kanin roleke xurt bilîzin û armanca gelê xwe bi hêzên Erebperst bawerkirin bidin?
Gelo helwestên dewletên koma Erebî li hember doza me çawa ne ?
Ev pirsanan çavnêrîna bersivan ji endamên kongirê û ji hemû siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dikin!

Ez hêvî dikim ku bi zûtirîn dem pênûsên welatparêz bersiv û baweriyên xwe vekirî binivisînin û bêjin çareserî çî ye ?????