Helbest u pexşan

Ji bo Bavê Ciwan di bîranîna salvegera wî de

 
Diya Ciwan

                                    Min digot qey tu carî, dara Mazî hişk nabe….

û kevirên gundê me pîr nabin….
Min digot qey tu carî, Stêrik ranazên……
û birînên min careke dî şiyar nabin..
Min digot qey tu carî,
pênûsa min lal nabe…
De were loooo…de were lo…

Malavawo..
Çavên min û van helbestan.. ji riya vegera te..
westihan û qerimîn..
De were looo..
de were lo..binêre;
ka çawa ez bi rondikên xwe destnimêj digrim !!
Kî dibêje derdê te bê dermane..
û çûna te bê vegere..!!??
Hey lê lêêê…hey lê lê….
Hey lo loooo..hey lo lo….
De were loooo..
Dê tu henekê xwe li kê bikî..?
Bi Xwedê…Her heft bira û her pênc xwehik
û her şeş zarok..
Her çar dîwar…..
Cîran û kolan..
Balgeh û doşeka te…
Berçavk û se’eta te
hemî weke min dibêjin :
De were looooo
de bese looo
De were lo….berya ku agirê mirina xopan
xewnên min hemiyan
bi hev re bişewitînin …
Ma tu carî
pismaman xwe ji ber sozên Dotmaman dane alîkî..!!!??
De were lo…
Bi Xwedê, ditirsim ku bimrim
eger rojekê ez hest bikim ku
vaye
tu
  MIRÎ.

   Diya Ciwan
   11 . 07 . 2011

   diya-ciwan@hotmail.de

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…