Simînarek di Navenda Dicle ya Çand û Hunerî de

Li roja 25/11/2011 ê û bi amadebûna birek rewşenbîr,nivîskar,siyasetmedar,xemxwar û evîndarên çanda kurdî, di Navenda Dicle ya Çand û Hunerî de,li gundê Baneqesrê ser bi bajarê Dêrka Hemko ve dikevê, û di bin çavdêriya Guropa Ehmedê Xanî ya Rewşenbîrî de, simînarek di bin nav û nîşanê dîroka zimanê kurdî, ji aliyê mamosta Ciwan Dêrikî ve hat pêşkêş kirin.

Di destpêkê de, mamosta bavê Melevan bi navê Guropa Ehmedê Xanî ya Rewşenbîrî, xêrhatina mêvanan kir û ji wan xwest ku kêlîkî bêdeng li ser canê nemiran rawestin .
 di pey re mamosta Ciwan Dêrikî babeta xwe bi zarekê Botanî yê xweş û şêrîn xwend û destpêkir û got: ( Gava em zimanekî bi nav bikin, di dest xwe re gelê ku bi wî zimanî di axivê tê bîra mirov, nexşeya welatê wî zimanî tê li ber çavan. çimkî gel bi zimanê xwe têne naskirin). û gelên li Mezopotamya  jiyayîn û têkiliyên wan yê xizmatî bi kurdan re bi firehî dan naskirin û herweha girêdana di navbera Avista û zimanê kurdî de berçav kir. pişt re, mamostayê navbirî di mijara xwe de li ser malbata zimanê kurdî û zaravayên wê yên bingehîn axivî û pêre derbasî pêvajo û dîroka bikaranîna Elfabiyan di zimanê kurdî de bû. dawiyê mamosta mijara xwe li ser rewşa zimanê kurdî ya îro û alozî û tengaviyên zimên bi dawî anî.
Dûv re, navbirek hat dayîn û piştî bênvedanê axavtin, dan û sitandin li ser naveroka mijarê hat kirin û mijar bi têbînî, pirs, pêşinyar, nêrîn û hizrên amadebûyan zengîn û rengîn bû.
Hêjayî gotinê ye, ku kenala Televizyona Ronahî jî li wir berhev bû û bi wê helkeftinê derfet bi dest xwe ve dît û çavpêketin bi hin rewşenbîr, şareza û kesin amade re kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…