Dayika Ciwan Haco Saadet Xanim çû rehmetê

Dayika hunermendê Kurd Ciwan Haco, Saadet Haco (86) çû rehmetê. Saadet Hanim, dayika birêz Nurî Haco û şehîdê mezin Naîf Haco, ya Xanim Ecemê,  Perwîn, Xipşê û Zînê Haco bû û pîreka Îbrahîm Haco bû.
Xanim Saadet Haco piştî rakirina nexweşxanê û mudaxeleya tibî, li Swêdê çû rehmetê.

Em bi çûna yadê Saadetê xemgîn bûn. Rehma Yezdanê Heq li Yadê Saadetê be û cihê wê buhişta rengîn be, serê kesê mayî sax be û em jiyanek dirêj ji endamên malbatê yên li jiyanê mane dixwazin.
27/1-2011

Kurdocide Watch-CHAK

Seyidxan Anter, Azad Heyder, Kemal Gorgu, Gabar Çiyan

EuroKurd News            
————

JI MALBATA HACO RE.
JI HUNERMENDÊ HÊJA CIWAN HACO RE.
Bi êş û keder me nûçeya koçkirina Seadet xanim Haco bihîst.
Ez binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya malbata Haco û Hunermend Ciwan Haco û malbata wî dikim , rehma xwedê lêbe û cihê wê bihişt be û xwedê wê bi dilovaniya xwe şa bike bila serê we sax be.
Stockholm 28.01.2011

 MALBATA CEGERXWÎN
Kesra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…