Qado ŞêrînIşkence û kuştina kurd bi destê birayê kurd du taq, sed taq dijwartire ji ya bi destê dijminan. Taaaahl e, zilindar e, jahra silêmanî ye, qet nayê daqurtandin. Mirov mirina zer bi çavên xwe dibîne, mirov hêvî dike tune ba, bimra û bi destê kurdekî nehata işkence kirin.
Eger wan her du kurdan, Kurdistana kurdan bi erzanî firotibin, yan jî bi navê çil melyon kurdî mafê azadî û serxwebûna Kurdistanê bi maf in herêmkî û kesane guhertibin, buhayê wan daliqandina piştî birajtinê bû, ne lêdan bû.
Xwezî şebîha wisa bi min û malbata min bikirna, û ne kurdan bi kurdan.
Şerme, weleh şerm û fehête, hetîketî ye. Ji berê de gotin e: Golikek garanekî xera dike.
Bi hêviya ku kiryarên wisa yên ku tenê dikevin tûrikê rêjîmê, tenê rêjîma li ber rûxandinê, sûdê jê werdigre, rawestin û dubare nebin.

Şîrove (0)