Ahenga Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî

Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beşîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giştî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêşkêş bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.
Bername bi hestên kurdewarî û govendê bêdengiya salonê şikand. Li dawiya bernameyê çalakvan Dayika Çelengî bi helbest û stranan dilê hemûyan xweş kir.
Pir bi dilxweşî min ev karê hêja nirxand, bi hêvî me ko hemû jinên me û bi taybetî li welatên biyaniyê karibin evî rewanê kurdewarî di zarokên xwe de biçînin.
Em li evan welatan hevgirtî bin,
bi hev re bixebitin, piştgiriya hevûdu bikin. Hezkirinê di navbera xwe
de çêbikin, her çiqas em rêzê li hev bigirin û piştgiriya hev bikin, em
dê hemû biser bikevin.
Li dawiya ji dil ez spasiya Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê dikim, ji wan re serkeftinê herdem dixwazim.
10.03.2024
Şîlan Doskî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…