Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû

Konê Reş

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – Beyrût bû. Ev rojname berî 81 salan di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weşandin, 81 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (81), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.

 

Di hejmara pêşî, Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, wiha nivîsandiye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot :
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên şexsî, di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)
Gotinên Mîr Celadet Bedirxan rastin. Wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû), gotarê bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Wek ku diyare roja îro jî, em merheleyeke dîrokî û nû re derbas dibin û va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne… Ez jî bi hêvî me ku, em di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû Kurdistana xwe ava bikin..
Rojnameya Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weşandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weşandin.
Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Konê Reş, Qamişlo, 03.05.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…