Asingerê kor

 

Ezîz Xemcivîn

Romana nivîsevanê Kurd Kovan Sindî ye, ji weşanên Peywend e. Romaneka komplêks e, girêkdayî ye, ji rasteqîne, fantazya û rewiştên civakî yên têvel e. Pênûseka cuda ye, bi zanîn hûnandin kiriye.
Asingerê kor mîna gelek kesan bedbext e, li çi û kê rast tê, tête qewirandin û dibe nehezker. Tev ko tiştekî nerewa û nesaz ne kiriye! Civak wisa ye, bêşensî mirov dixîne, bêşensî bêxwedîtî û bê piştgirî jî mirov serşor dike.
Asingerê kor ji dema ko zarokitî, sinêletî û heta bi gencatiyê jî, berê xwe dide çi li pêşberî wî rê tête girtin. Ji destekî heta destekî din tête firoştin, lê bêşensî her li gel wî hevalekî dilsoz e.

 

Paşa dişîne pey û zêran dide wî, lê zêrên wî ji berîkê dikevin ava rûbarî, dîsa dide dîsa jî winda dike. Paşa ji dilpêvemayîn keça xwe dide wî, keça paşê dixwaze bi zanîna xwe wî rake û nehêle erd bigire.
Asingerê kor di gelek tevgaviyan re derbas dibe. Xwe dike bazirgan dûr dikeve, radibe rûdine, dibeze dikeve, lê naraweste. Gogcewhera paşê digel wî ye, lê ji wî cûreyî peyda nake! Pir hewl dide ko ji paşê û bajêr re hêz û viyana xwe tekez bike.
Diyarkirina pêvajoya çarenivîsa mirovî ye, ka ew tête ajotin an ew bi xwe tête hildibijêre. Mirov çavê xwe li dunyayê vedike, lê çi bahoz û firtoneyên jiyanê an çi kefçiyê zêrîn, qesr û qonax li hêviyê ne!
Tiştine din jî, tête diyarkirin, di kesayetiyê de ko herdem du kirdeyan, du nakokiyên hevcêwî, xêr û şer dinimîne. Kengî û çima têtin bikaranîn, çawa mirov ji bêparbûnê ji mirovekî nerm, asan li ber pêlebayên civaka sert bibe dirinde û tawankar!
Romana Asingerê kor wek tekst tevneka pir girêdayî ye. Nivîskar bi berhevkirina hizir û ramanên ko çîrok li gora wê hatiye hûnandin pir westiya ye.
Ne bi hêsanî ye gava nivîser xwe têke serêşaneka wêjeyî û encamê bidest bixîne.
Kovan Sindî navekî berniyas e û bi hêza pênûsa xwe mijar binçeng kiriye û babeteka balkêş ji xwendevanên kurdî re pêşkêş kiriye.
Gelek movikên romanê hene, dizanim di evê kurteşiroveyê de mafê romanê nadimê, lê bi armanca danasînê û balkêşandinê ye.
Li bal me Kurdan bi taybetî ragihandina me tenê ronahiyê dide ser çend navên ko li gora givêla wan be û hema her ew in, yên ko têne pêşkêşkirin, têtin xelatkirin û têtin firandin. Ev jî yek ji êşên civaka me ya bêserûber e.
Romana Asingerê kor ev gencîneya nivîsînê, ev şêwe ji bo çi nakeve ber ronahiya ragihandinê, çima nayête pesindan tev ko pir bilind hatiye nivîsandin!
Serkeftinê ji kekê nivîsevan Kovan Sindî re dixwazim, bi hêvî me hêj û hêj berhemdar be.
29.01.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...