Mihemedê Seîd Axa Deqorî lehengê Sînema Amûdê

Konê Reş

Wek ku diyare di roja 13/11/2006 an de, 46 sal di ser şewata sînema(Azadî)re li Amûdê  derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja 13/11/1960 î de, 280 zarokên kurdan têde hatin şewitandin û ku  ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna  lehengê wê sînemê re, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire.
Bi vê helkeftinê, pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera sînemê  raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa (Bavê

Fehed) ji bîr bike .

Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye. Di eynê salê de, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn, û fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine. Di sala 1937 an de Amûdê bi firokên Fransîzan hatiye şewitandin û bavê wî Seîd Axa ji Amûdê revyaye, xwe li çiyayê Şingalê girtiye û xelkên Amûdê derbiderî mane…ji wê hingê ve ji Amûdê re tê gotin (Amûda Şewitî) an Amûda Bavê Mihemed ..
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye  perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja 13/11/1960 î de, ango ji berî 46 salan ve, li çayxaneyeke Amûdê rûniştî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî( ya ku tekane sîneme bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîşî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok derxistin…hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye, tiştek pê nehatiye… wî li wan vegerand û got: Tev zarokên min in.…û bê hedan,  zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar kirin… ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhişta rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê  tev şehîdên Kurdistanê  bibare .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…