li ser dema Esedê bav ewî bi xwe di karî kar û barê xwe bi rêvebibê û tişta ne bi dilê wî ba nedikir û ne dihêla kesek jî bike . em di karin bêjin ku ew bi xurtî serdestî hêzên ewlekariyê, dezgehên Partiya Ba`es û leşker û tevî dam dezgehê Hikomî bû, û hevsarên tevan kirbû di destên xwe de . lê, Esedê kur wek em tev di zanin tiştek bê buha nîne, hinga ku cîhazê ewlekariyê karî bendekî ji destûra Sûriyê biguherê û gorî bejna temenê Esedê kur bi qetînê û bidirû, hingî ewî aliyê xizmetkar karî destên xwe jî pêre bike di stûyê wî de û ewî weke berjewendiyên xwe yên teybet serast bike û wî birêve bibe .
Xedam xwe ji rêjîma ku ewî jî beşdarî di demazrandina bingehên wê yên îro roj rizyarî, kawî û bawî bûyîn xwe jê kişand yan ewan destên wî jêbirîn û ew dûr kirin . Xedam di xwazê wek ku çawe ew li wî qulipîn û ji mîratî bê behir kirin ew jî dixwazê heyfa xwe ji wan hilînê û ji dila ku hevalê kurê wî ji xwe û rêjîma xwe re wî bi kê paşîv, ewî xwest xudanê rêjîmê bi kê şêv .
pêvajoya kar û xebata xedam ji gelê Sûriyê rê diyare, lê belê, ka Xedam gunehkar û berpirsyare di ber rewşa Sûriyê ya paşketî û wêran de yan na…..???
Pirs ne di vir deye û îro roj ne dema vê pirsê ye jî, ji ber ku kar û pirsin dîtir hene girîngtirin û pêşdetirin ji wan pirsên raborî . îro rêjîma Sûriyê ketiye ber birhan û li nav kotka xwe didê. gelo, ka rewşa berhatiya wê,wê çawe bê, berê wê,wê bi çi rengî bê, wê dust û pêkhatî bê, yan wê bê ser û ber bê.
Ev birih û fişara li ser Sûriyê, ka çi di malzaroka xwe de ji gelê Sûriyê re hilgirtiye ??
Îro roj ka wê paşeroja Sûriyê çawe bê, ji ber ku dergeh ji hem û pêhatyan re vekiye û her aliyek wê bixwazê gorî berjewendiyên xwe bikişînê û cihê xwe di nav wan guhertinan de bikê û bigirê, hêzên hunder û yên ji der ve wê di meydana vê hevrikiyê de bi Kevin cirîdekî de û heryek wê bixwazê para şêr jê re bê, eve şan û xala nêvnas ya siyaseta nêvdewletî . anku eger hêzên dijber û berhingariya Sûriyê ne Karin di dema îro de, li ser rêkeftinekî bigihin hev û li hev bikin, û bernamekê karî yê ron û eşkere bi hev re pêşkêşbikin hingî dibê ku destkeftî û daxwaz bilindtir dibin û serketin misogertir dibê, herweha dem jî kurttir dibê . îro ji her wextî bêhir berhingariya Sûriyê ji alîkî ve û gelê Sûriyê yê reben û belengaz ji aliyê dî ve, pêtivîyê dengekiye, kesekiye, mirovekiye, nexasim ku ew mirov xwedan serbor û şiyanin mezin bê . vêca li ser vê yekê gereke berhingariya Sûriyê û bi teybetî hêz û aliyên ku ragihandina Şamê pêkanîne û di wî çarçovî de li hev kirine û bi hev re pirojek imzekirine, gereke mirovek weke Xedam ji dest xwe ber nedin û ewî himbêz bikin, wek yekî bi hêz yan kesayetiyek serbixwe di nav rêzên berhingariya Sûriyê de û derfetê ji dest xwe dernexin, ji ber van xalên xwarê :
-Xedam di dema berê de endezyarê pilandanan û şîretkarê siyaseta Sûriyê ya ji der ve bû, bivê yekê kariye peywendî û têkiliya bi tevaya diplomat û kesayetiyên cîhanê re avabikê, û herweha pispor û şarezaye di vekirina dergehên nû, û girêdan û têkiliyên nêvdewletî de. dema ku xedam cihê xwe di berhingariya Sûriyê de bigirê, bê guman wê sûd û mifa ji wan şiyanên wî werin kirin û wê ew şiyan bikevin di xizmeta kar û xebata berhingariya Sûriyê de dijî rêjîma Sûriyê .
-guman tê de nîne, ku îro bi sedan kes weke Xedam di rêjîma Sûriyê de hene, çi dixwazin xwe ji rêjîmê dûrbikin û destên xwe jê bibirin yan jê di xwazin rêjîm nemîne û rojekî zûtir here, di vê derberê de geleke serbor û azmûna Iraqê, ji mirov re mifaderbê, ne her kesê ku kar di rêjîmê de kiriye, nexwe xirabe û divê serê wî werê jêkirin yan di paşerojê de werê dûrkirin. bi gotineka dî, eger berhingariya Sûriyê singa xwe ji kesên dev ji rêjîmê berdê re vekê, hingî wê rehetî û dilgermîkî li rex wan kesan çêbikê û wê gurtir û geştir bibin û wê dev ji rêjîmê berdin, yan wê amadebin ji ketin û çûna rêjîmê re .
-Xedam yek ji sitûnên serekî bû ji rêjîmê re, ewî berhevî û alîkariyeka berçav di danana bingehên vê rêjîmê de kiriye, reng û çaweniya ramankêşî û hişemendiya serkêş û xudanên rêjîmê baş di nasê, ji ber vê yekê ew alozî, pirsgirêk û lawaziya rêjîmê jî ji nêzîk û kûr ve tê digihê û di zanê .
dawiyê Sûriya dahatî gereke yasa tê de serwerbê, li ser her kesî rebê, ew kes serok bê, yan çi bê bila ew bê, hingî bila fayîl û doseyên Xedam û gelek kesên dî jî mîna Xedam, tawan û gunehkariyên wan li ser masê û li pêşiya dadgehan werin raxistin, gorî tawan û destxetên wan bi beryara dadgehê werin dadgehkirin û tawanbarkirin .

Şîrove (0)