GUNDÊ TEBKÊ


Luqman Silêman
Hevind@nefel.com


Gundê tebkê li hêla koçera ye.
 Ew hêl hatiye naskirin bi hêla koçera, çimkî piraniya gundê wê, yê koçerane, û ev  gund bi xwe ne ji zûde hatine avakirin, ji ber ku koçera di dema berê de gund ava nedikirn ew koçerbûn, havînê diçûn zozana û zivistanê dihatin germiyane, ew xwediyê sewêl bûn
dema ku çêra sewalê wa li beriyê nedima û diniya gerim dibû, konê xwe datanîn û berê xwe didan zozanê fereşîna. Sînor tunebûn, kurdistan hemî dibin destê Osmaniya debû, û berya ku berfa potik li zozana dest pêbikê koçera berê xwe didane beriyê, beriya wa jî, ji çiya yê qereçox dest pêdikir ta bi çiya yê şingalê, ev berî hemî li pêşiya koçera fekirîbû, lê piştî ku sînor ketin nava kurdistanê, ser xet û bi xet çêbûn, koçerajî dev ji koçiriya xwe berda û gund ji xwe re ava kirn.
Der dora gundê tepkê di buharêde pir xweşdibê, ji ber ku hemî qelaçin, ew qelaç bi gul kulîlkê rengî têne xemilandin. Gundê tebkê dused û hevtî û heşt(278) malin, û şeş hezar û dused(6200) mirovin. Mirov dikarê bêjê ji seda heft yan heşt, ji va şeş hezar û duse da, xwedî nas namene û yê dî tev bê nas namene.
Gundê tebkê hemî koçerin, muxtarê gund,mala Ebdil Ezîzê Belîne.
Li der dorê tebkê çi heye.

Li hêla bakir, Gundê mêrga Mîra ye, tê gotin: ku ev gund gevne ji ber  nêzîk bûna wî ji bajarê kurik re, ew bajar bi xwe îro nemaye lê dema ku mirov diçê ciyê bajêr mirov dizanê ku ev der barê bajar bû, û hin dibêjin ku ev bajar beriya sed û pêncî salî avabû, û ew derev hemî li ser wî bajarîbûn, lê pirsek tê bîra mirov? Çima û çawe ew bajar xirabûye û xelkê wî kîbûn, gelo ew bajarê kurdabû, kurda avakir û biyaniya xirakir, yan biyaniya avakir û kurda xirakir!? Birastî min ji gelek kale mêra pirsiye lê mixabin kes tiştekî li ser vî bajarî nizanê, wekî dî di dar di ser şûn warê baêre hene yek jêre dibêjin dara keçikê û yadî jêre dibêjin dara kurik, dibê ku çîroka keçikê û kurik girêdayy bê bi xirakirina bajêrve.?
 li hêla roj hilat, Gundê Besta sûse, ewjî gundê koçera ye û herdû gund pir nêzîkê hevin.
 li hêla roj ava gundê, Girê reşe, ev gund ne koçerin.
 li hêla başûr, gundê Sê giraye, ewjî koçerin.
lê li başûr û roj hilat Gundê Girzîroye, ev gund hin koçerin û hin ne koçerin, yê ne koçerbê koçer  ji ware dibêjin( dê manî) .
Dora gund hemî hêrik û newalin, ciyê gund yê kevin ew newale lê îro gund ji hev bela bûye, bi serê wa hêra ketine wek bajarekî piçûk lê hatiye, ne xasim dema ku mirov ji hêla başûr ve lê binêrê.
Li başûrî gund berîka valeye,lê li roj hilat û roj ava û bakur hemî hêrik û newalin, û bi seda bîrê betrolê li wa qelaça hatine kolan, û betrol  tê derxistin!?
Di nav bera Gundê Tebkê û Gundê Besta sos de newalek heye, dema ku melayê Besta sos bang didê dengê wî dighê Tebkê û bi vî rengîjî Gundê Girê reş ewjî wesa nêzîkî Tebkêye li hêla bakur Gundê Mêrga Mîra jî nêzîkî Tebkêye…………

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…