Di panala diwem de, roja diwem, jivan di gel sê babetan bû, hevoksaziya kurdî û avakirina wê, ji hêla mamoste
, ku wê dema jê re terxankirî bi zanistî li ser babetê axift, asteng, sedem û çareserî diyarkirin. Mijara diwem, ji hêla
ve bû, ku li ser ziman û hizir bû. Ev herdû regezên pêkve girêdayî, mijarê dest bi pirsê kir û bi pirsê bi dawî hat. Bo nimûne: “ Bo çi em pirsan dikin? Pirs, bi xwe ne teqezkirineke, ji kêmsûdwergirtinê , an jî, rexnelêgirtine li hişê me
Panala 4an, piştî nîvero, dîsan bi sê babetên jiyawaz ji hêla Ehmed Huseynî, ji diaspora, Sîmîn Çayçî, ji rojhilata Kurdistanê û Receb Dildar, ji bakurê Kurdistanê.
Helbestvan Ehmed Huseynî, di babeta xwe de, „ Rola sinoran di dabeşkirina hest û peyvan de“ bal kişande, li ser berbendkirina zimanê dayîkê û neperwerdebûn bi wî zimanî. Herweha li ser perwerdekirina bi sîstematîk, bi zimanê dagîrkeran, axift û wek nimûne got: Eger em magantîk bînin, û fermanekê bidinê, û bibêjin, hertişta ne bi kurdî ji serê mirovê kurd bikişîne, dê bibînin, ku wê hemî tişt bête der û tiştek di serê wî de namîne“ xwedê me biparêze…. Helbestvana lurîkê ya dengxweş, Sîmîn, ku mijara wê li ser şiira goranî, janrîk û…, behsa helbesta stiranê kir û çend nimûne ji helbestên xwe xwendin, ku bûne stiran û ji hêla hinek hunermendan ve hatine stirandin.
Nivîskar Receb Dildar, di mijara xwe de, li ser efsaneyên Amedê û Zembîlfiroş kire nimûneya lêkolîna xwe. Di destpêkê de, rêzdar Receb, ji hêla bîrdozî ve, li ser termenologiya Efsanê axift û li gor nêrîn û dîtinên xwe şirovekir.
Piştî bidawîhatina semposiyomê û hindek rawestan, ji ber beşdarbûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, nivîskarê rêvebir Dr. Arif Hîto, dergehê danûstendinê vekir û nêrînên cudacuda diyar bûn. Di şeva diwem ya xwendina helbestê de, çend helbestvan û nivîskarên helbestê, beşdarî helbestxwendinê bûn. Helbestxwendin, bi xwendina helbestvanê pêşmerge, Hesen Nûrî, dest pê kir, Helbestvanê hêja Qadir Qaçax, helbestên xwe yê welatperwerî û gelek bi wêrekiyane, li dijî Terorê pêşkêş kirin. Rêzdar Necîb Balayî, bi pêşgotineke helbestî ji xanima wî Semîra, helbesta xwe xwend. Helbestvana rojavayê Kurdistanê, Dilşa Yûsiv, ku li Silêmaniyê dijî, bi wan wêneyên xwe, ku ne mîna zimanê çu kesî ne, helbestên xwe pêşkêş kirin. Saman Mewlûd, helbestvanê bi tiwana, bi dengekî zîz helbesta xwe ya bi zaraveyê kurmanciya jêrîn xwend. Hêja Xemcivîn, çend kurte helbestên xwe bi dengê xwe yê melûl xwendin. Selwa Gulî, ya ji ber dergehê derya Goteburgê hatibû, peyvên xwe yên ji cergên dînîtiyê hatibûn ristin, vehûnan û bi dengekî zelal xwend. Trîfa Doskî, Heyran û xerîbî û bêrîkirina Hoşeng, ji hinavê zimanekî rojane, sade, lê taybet anî der û bi me da pejirandin, belkî em bendewarê dengê wê bûn, ku bi stiran bibêje, lê mixabin, ew hêvî bû keser di dilê gelekan ji guhdêran de, bi taybetî yên dengê wê bihîstine. Lê bi hatina Hunermendê helbestê Ferhad Icmo, ji rojavayê Kurdistanê û derketina wî ser bultê, dest û dil hevgirtin. Ferhad bi helbestên mobile, dikarîbû zû cihê xwe di dilê guhdêran de çêbike û bi taybetî dema helbesta xwe ya bêj in û bi jin got: „ jîna bê jin, ne tu jîne, jîna bi jin, zindanek mezin e“. Vê helbestê cihê xwe di guhê her guhdêrekî zilam de çêkir, lê pêşkêşkera programê Çinar ew ji Ferhad re nehişt û helbestek, ku mişt rexne bû li mêran re“ deqê wê ne li bîra min e“ diyarî Ferhad kir.
Arjen Arî, ku yek ji wan helbestvanên, di gel Rojen Barnas û Berken Bereh, roleke wan mezin di pêşdebirina helbesta moderin ya bakur de heye, mêvanê dawî yê şeva helbestê ya diwem bû.
Nivîskar û helbestvan Emîna Zikrî, bi karê rêvebirina panala 5an rabû, nivîskarên ku beşdarî semposiyomê, yek bi yek vexwendin cihê wan li ser mêzê.
Çîroknivîsê kurd, Enwer Mihemed Tahir, ku yek ji pêşengên çîroknivîsînê ye, ne tenê li herêma Badînan, belkî li her çar parçeyên Kurdistanê. Rêzdarî got: ne pir ciwan e, ku nivîskar li ser berhemên xwe bipeyive, lewra jî bi wî giran bû û bi zimanê „EW“ ew serpêhatiya xwe ya dirêj gêra. Ew serpêhatî bi xwe şêweyek ji şêweyê çîroknivîsînê bû.
Xanim Zeyneb Yûsivî, -bi destmalekê hate ser mêzê, ji ber ku rêjîma Melayan li Îranê rê nadin, jinan li derveyî sînor jî, ku bê desmal derkevin- û babeta xwe ya li ser barûdoxê çîroknivîsînê û çîrokê li rojhilata Kurdistanê kir. Xanim Zeybeb, bi zîrekî û jixwebawer, mijara xwe bi rêve bir û guhdêran hest kir, ku li hember wan nivîskareke xwedî şiyan rûniştiye. Romannivîs û çîroknivîsê kurdistanî Helîm Yûsiv, gazind ji pêkanîna „Γ
Li pişt paşnavê xwe kir. Helîm jî mîna Enwer, got pir zor e, mirov behsa xwe bike. Ew li ser astengên civakî û siyasî yên hatin pêşberî wî, rawestiya, ji dema pirtûka wî ya zilamê avis, bi zimanê erebî hatibû weşandin.
Ev asteng û zehmetî bi xwe romanek bû û Helîm lehengê wê bû, di gel ku hindek ji beşdaran nerazîbûna xwe ji wî şêweyê vegotinê diyar kirin.
Li vê panalê, pir pirs û guftûgo hatin kirin û bi wan panal dewlemend bû.
Panala 6an, ku ya dawî bû, beşdarên wê jî ev bûn:
Nivîskar û helbestvan Mistefa Selîm: Helbesta moderin. Binah û rehend
Dr. Dilşad Elî Silêman: Rexneya edebî kurdî, berew kîve. Helbestvan Nacî Taha Berwarî, ev panal bi rêve bir û her yek ji panalvanan, di dema ji bo wan hatibû terxankirin, behsa babet û mijara xwe kirin.
Rêzdar Selîm, behsê rexneya edebî ya postmodernîzim, di hêla helbestê de kir û vegeriya li ser helbesta kurdî û têbîniyên xwe anîn ziman.
Rêzdaran ji êkîtiya nivîserê kurd-Duhok, ferzenda bêhinvedanê nedan û dest bi rê û resmên bi dumahîanîna festîvalê kirin. Nivîskar Mihemed Ebdela, cîgirê serokê êkîtiya nivîskarên kurd-Duhok, peyama dumahiyê xwend û beyannameya dawî ya festîvalê hate belavkirin.
Ji xwe kurd, festîvalên xwe bi helbestê dest pê dikin û bi helbestê bi dawî tînin, li vir jî ne cuda bû.
Di destpêka helbestxwendinê, helbestvanê bi şiyan, Hizirvan, helbesta xwe ya mişt wêneyên helbestî û hilgirê zimanekî helbestî bi hêz xwend û bû cihê razîbûna hijmareke mezin ji cemawer. Fatma Savcî, bi dengê xwe yê melûl, bi zimanekî kurdî petî, mişt keser, mişt êş, rewşa bakurê dil derbasî dil û guhê guhdêran kir. Rojnamevan û helbestvan Amîr Findî, parçeyê nû ji helbesteke bi dawî nehatî xwend û Zana Xelîl, dengê Hewlêrê, dengê şehîd Mihdî Xoşnaw û helbestvanê nemir Enwer Mesîfî bi me re parvekir. Şemal Akreyî, peyvên xwe nijinandibûn, û pê helbesta xwe vehûnabû, em li hemberî helbestek indazciwan rû bi rû bûn. Emîna Zikrî, ji êş û pirsgirêkên li hemberî jina kurd, cergê helbesta xwe xemiland û bi evîneke mişt xewin pêkêşî giyanê me kir. Dilyar Dêrikî, ji dûriyê hat û havîbûna xwe di xemla helbestekê de diyarî festîvalê kir, Jaro Duhokî, Ebdulrehman Bamernî jî helbestên xwe xwendin.
Bêguman karekî weha bi nirx, weha pir û weha hêja, dê hêviya me hemiyan be ku berdewam bibe. Ez jî dê daxwaza rêzdar çavdêrê festîvalê rêzdar Temer Remezan, parêzgerê Duhokê dubare bikim, ku roja dawî de, mêvanên ji derveyî Kurdistanê vexwendibûn def xwe, û got: „ .., ez hêvîdar im, ku ev festîvalên weha kartêkirineke posîtîv li çand û kultûra kurdî bike, û her yek ji me tiştekî ji xwe re jê bibe, lê nebe, ku va festîval çêbû û çû..“
Hêvîdar im, ku berhemên vê festîvalê hemî bibin belgename, bo nifşên li pey me bên, daku bizanibin, ka çi hebû û çi bûye û lêkolînên hêja li ser van qunaxan pêk bên.
Pêşniyar:
- Damezirandina komîteyekê ji êkîtiya Nivîskaran, hunermendan û ragehandinê.
- Destnîşankirina mijar û babetên sereke yên festîvalê
- Destnîşankirina navê beşdarên pispor li gor babetan.
- Kesek bê babeteke nivîskî derbasî programa festîvalê nebe.
- Wergirtina babetan berî 3 mehan ji festîvalê û dana wê bo grûpeke Jurî taybt, bo erêkirin an jî nakirinê.
- Belavkirina beşdaran li ser grûpan û avakirina Workshopan.
- Berhemên festîval1e wek pirtûk bêne çapkirin.
- Arşîvkirina dîgîtal, ji festîvalê re. „DVD“
- Hijmara beşdaran kêm be û bi pileya zanistî bilind be.
- Atmosfêreke taybet ji helbestxwendinê re bête avakirin. „ Mûzîk, Ronî “
- Di şevekê ji şevên festîvalê de, şanoyeke kurdî, an jî fîlmekî kurdî pêşkêş bibe.
- Festîval bi pêşengehên hunerî û mûzîkê tête xemilandin.
Dibe ku hindek beşdar bûbin û navên wan di nav program de nehatibe, me jî li vir neînayî, bila li me negrin û bibihurin…Ta Festîvaleke din bi rewştir , li Duhoka rengîn û destên yên di ber vê festîvalê de westiyayî û keda wan ketiyê, xweş be.
Hannover, Elmaniya, 26.11.06
Şîrove (0)