Helbest u pexşan

8 Adarê

Alan Hemo

Çi zindane jiyan ku ne mê be !

Çi belavin hest ku canîk ne li rê be

Çi dijwarin darîn ku ne ji çavên wê be

Dilopin dem li pencên tazî

Kom nabin da bibişkivin xwezî

Sar e, her ji te dûr e zîzî

Bihareke zer nakeve avî

Hişke tev naçinî hêvî

Sayî nabe ji ewran re tine binî

Dêmên geş û lêvên şilok

Bejna kişyayî û çavên şermok

Tên û diçin roj û her tu yî dîlok

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Sînorê Koçkirinê

Rewan Oso Li ber sînorê koçkirinê di bin tirsa çûyîna bê veger de, dayîkên Kobanî hêsirên xwe û zarokên piçûk yên ko…