July 20, 2023

Mizgîn Hesko

Du…
Sê û çarbar e…
Mah û salan
Pencereya di biniya parsiwê elindê
Ji baweşîna nêrgizên evînê re
Vekirî bihêle

Bila xifişika nazenîn
Dema gihiştina zeviyên rewan
Ji mista destên spêdeyê
Û ji weşiyên hêviyê
Sinbil, bi sinbil
Peyal û peyal
Sermest bibe…!

Ew tiliyên min î vemirî bûn
Li lalezarê …
Vedigeriyan…!

Hezarbar e…
Bila tayên rîhanên omîdewar…
Di demsalên işqê de
Pencere, bi pencere
Ber bi bejna sirûdê ve
Hilkişin…