Helbest u pexşan

《 GUNDÊ ME 》

Şêrîn Saado

Şev di zikakên gundê me de

Bê dengin

Heyv sitêran

Li der dora xwe di civîne

Bi pertewên ronahiyê

Wan di nixumîne

Û bi awazên lal

Wan di landika

Bîrdankan de dilorîne ..!!

Çihrên hinasan

Bi dîwarên kavilan de

Hîna daliqandîne ..!!

Ta elenda berbanga zelal

Pistepista giyanan

Li ser bênderan

Di guhên firiştiyan de

Vedeng didin ..!!

Çîrokên pêşerojan

Ji hevre

Di xwînin

Û Li dûûûr

kaniyên bîranînan

wekî arvejînê

Bi lehî di dilê

Biyaniyê de der dibin …..!!!

11- 9 – 2024 Paris

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…